Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re çû Îmraliyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Cîgira Seroka TBMM’ê Pervin Buldan, Parlamenterê Rihayê Mithat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faik Ozgur Erol pêk tê, îro 17ê Çileyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûne Girtîgeha Îmraliyê.

Ev hevdîtin piştî navberake dirêj pêk tê û wekî yekem serdana şandeyê ya di sala 2026’an de tê qeydkirin. Şandeyê cara dawî di 2’ê Berçileya 2025’an de serdana Îmraliyê kiribû ku ew hevdîtina wan a 11’emîn bû.

Tê çaverêkirin ku şande piştî vegera ji giravê, derbarê naveroka hevdîtinê û peyamên Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke fermî bide raya giştî.