Îlham Ehmed: Artêşa Sûriyeyê peyman binpê kir û êrişî hêzên HSDê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand, Artêşa Sûriyeyê peymana vekişînê binpê kiriye û li navenda bajarokê Meskeneyê êrişî hêzên HSDê kiriye.

Îlham Ehmed, îro 17ê Çileyê li ser hesabê xwe yê tora civakî “X” daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku duh di çarçoveya destpêşxeriyekê de ji bo aramkirina rewşê û rêgirtina li xwînrijandinê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) razî bibûn ku bi temamî ber bi rojhilatê Feratê ve vekişin.

Ehmed destnîşan kir, tevî vîna wan a ji bo aştiyê, Artêşa Sûriyeyê li şûna ku pabendî peymanê bibe, binpêkariyeke eşkere kiriye û êrişî hêzên wan kiriye. Ehmed herwiha got: "Niha li navenda bajarokê Meskeneyê di navbera hêzên HSDê û Artêşa Sûriyeyê de pevçûneke giran û şerekî dijwar berdewam dike. Ev yek rewşê ber bi alozî û xetereyeke mezintir ve dibe."

Ehmed destnîşan kir jî, Artêşa Sûriyeyê wekî berpirsê sereke yê vê binpêkariyê û encamên wê yên metirsîdar nîşan da û got ku Şam hewildanên çareseriya aştiyane têk dibe.

HSD’ê jî di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku li gorî rêkeftinê, diviyabû piştî ku hêzên wan bi temamî ji bajarên Dêr Hafir û Meskeneyê derkevin, hingê artêşa hikûmetê dikare têkeve nav wan bajaran. Lê belê artêşa Sûriyeyê beriya ku pêvajoya vekişînê bidawî bibe, dest bi êrişê kiriye.

Mezlûm Ebdî biryara vekişînê ragihandibû

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî duh 16ê Çileyê li ser hesabê xwe yê X’ê ragihandibû, wan ji bo "nîşandana niyeta baş" û li ser daxwaza welatên navbeynkar, biryar dane ku hêzên xwe ji rojhilatê Helebê ber bi rojhilatê Feratê ve vekişînin.