CENTCOMê hişyarî da Artêşa Sûriyeyê: Êrişên xwe rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), hişyariyeke tund da Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û daxwaz kir ku hemû êriş û liv û tevgerên xwe yên leşkerî yên li herêmên navbera Heleb û Tebqayê demildest rawestîne.

Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cooper îro 17ê Çileyê bi daxuyaniyeke fermî helwesta welatê xwe ya derbarê pêşhatên leşkerî yên dawî yên li Sûriyeyê nîşan da. CENTCOM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ew pêşwazî li hewildanên hemû aliyan dikin ku ji bo rêgirtina li kûrbûna rageşiyê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê tên kirin.

CENTCOM’ê bi awayekî zelal daxwaza rawestandina şer kir û got: "Em bang li Artêşa Erebî ya Sûriyeyê dikin ku dawî li her cure êriş û tevgerên leşkerî bîne yên li herêmên di navbera Heleb û Tebqayê de pêk tên."

Brad Cooper destnîşan kir jî, serkeftina li dijî DAIŞ’ê û berdewamkirina zexta leşkerî ya li ser wan, tenê bi xebateke komî ya di navbera "hevparên Sûriyeyî" de pêkan e ku divê bi koordînasyona hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî be.

Fermandarê CENTCOM’ê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser giringiya aştiya navxweyî kir û ragihand: "Hebûna Sûriyeyeke ku ligel xwe û ligel cîranên xwe di nava aştiyê de be, bingeha sereke û pêwîst e ji bo mîsogerkirina aştî û aramiya li seranserî herêmê."

Ev hişyariya Amerîkayê di demekê de tê ku liv û tevgerên Artêşa Sûriyeyê li herêmên nêzîkî Tebqayê zêde bûne û ev yek metirsiyê li ser asayîşa herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de çêdike.