Graham ji Şamê re: Eger hûn êrişî Kurdan û HSD’ê bikin, em ê cezayên Qeyser çalak bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorê Komarparêz ê Amerîkayê Lindsey Graham, hişyariyeke tund da hikûmeta Sûriyeyê û ragihand, her êrişeke leşkerî ya li dijî Kurdan û HSD’ê, dê bibe sedema vegera cezayên "Yasaya Qeyser" bi şêwazekî pir girantir.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham îro 17ê Çileyê li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” helwesta xwe derbarê metirsiya êrişên hikûmeta nû ya Sûriyeyê ya li ser herêmên Kurdî nîşan da. Graham nivîsand: "Eger hikûmeta nû ya Sûriyeyê hêza leşkerî li dijî Kurdên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bikar bîne, ev yek dê bibe sedema nearamiyeke mezin li Sûriyeyê û li tevahiya herêmê."

Senator Graham destnîşan kir, her liv û tevgerên wiha yên leşkerî dê rûyê rastîn ê rejîma nû nîşanî cîhanê bide û got: "Bi her tevgereke bi vî rengî re, em ê zêdetir derbarê vê rejîma nû de agahdar bibin."

Gefa çalakirina 'Yasaya Qeyser'

Di beşeke din a peyama xwe de, Graham gefa sepandina cezayên aborî yên giran xwar û got: "Eger hikûmeta Sûriyeyê serî li rêyên leşkerî bide, ez ê hemû şiyana xwe bikar bînim ji bo zindîkirina cezayên 'Yasaya Qeyser'. Lê belê vê carê dê ev ceza ji yên berê gelekî tundtir bin."