HSD: Tebqa di bin kontrola me de ye, nûçeyên ketina çekdaran derew in
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî rewşa ewlehiyê ya li Tebqayê daxuyaniyek weşand û nûçeyên derbarê ketina komên çekdar a nav bajêr red kirin.
HSD’ê îro 17ê Çileyê bi awayekî fermî ragihand, ew nûçeyên ku dibêjin çekdarên ser bi "Hikûmeta Demkî" ve ketine bajarê Tebqayê, ne rast in û wekî şerê derûnî pênase kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên HSD’ê li ser xal û cihên xwe ne û asayîş di bin kontrola wan de ye.
Navenda Ragihandinê ya HSDê herwiha eşkere kir, hêzên wan ên ewlehiyê li bajarê Mensûra yê ser bi Tebqayê ve, operasyonek li dijî "şaneyên sabotajê" pêk aniye. Hat diyarkirin ku van şaneyan hewl didan aramiya herêmê têk bibin û tevliheviyê derxin, lê belê hêzên HSD’ê hewildanên wan pûç kirin û bajar bi temamî paqij kirin.
Li gorî daxuyaniya HSD’ê, piştî têkbirina van hewildanên sabotajê, li bajarê Mensûra û deverên derdorê aramî serwer bûye. Ji bo parastina vê aramiyê, hêzên ewlehiyê tedbîrên xwe li herêmê zêde kirine.
HSD’ê tekezî li ser parastina jiyana sivîlan kir û ragihand: "Em ê pabendîbûna xwe ya ji bo parastina xelkê sivîl û xurtkirina ewlehiyê li bajar û deverên derdorê bidomînin. Her cure hewildanên ji bo têkbirina asayîşê dê bi tundî werin bersivandin."