Nêçîrvan Barzanî: Divê mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin parastin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ji bo Sûriyeyê Tom Barrack, li ser wê yekê hevnerîn bûn ku rêyên leşkerî krîza Sûriyeyê çareser nakin û divê mafên Kurdan di destûra nû de werin mîsogerkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Çileyê danê êvarê li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Tom Barrack û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa dawî ya Sûriyeyê û guhertinên siyasî û leşkerî yên li ser erdê bi hûrgilî hatin nirxandin.

Her du aliyan tekez kir ku çareseriya leşkerî ji bo pirsgirêkên aloz ên Sûriyeyê nabe bersiv. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo gihîştina aştiyeke mayînde û aramiya herêmê, pêdivî ye ku hemû aliyên şer serî li rêyên diyalog, têgihiştin û lihevhatina siyasî bidin.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de spasiya Amerîkayê kir ji bo rola wê ya çalak di hewildanên çareserkirina krîza Sûriyeyê de. Bi taybetî destnîşan kir ku di siberoja Sûriyeyê de, mîsogerkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên olî û neteweyî mercekî sereke ye û divê ev maf werin parastin.

Di beşeke din a civînê de, girîngiya çareserkirina kêşeyên Sûriyeyê ji bo aramiya Rojhilata Navîn, geşepêdana têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û pêşhatên dawî yên li herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.