Rêveberiya Xweser: Artêşa Sûriyeyê bi êrişên xwe derî ji DAIŞ’ê re vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser hişyariyeke tund da ku berdewamiya êrişên komên çekdar ên ser bi "Hikûmeta Demkî" ve, ewlehiya zindana girtiyên DAIŞ’ê ya li Reqayê dixe metirsiyê.

Rêveberiya Xweser îro 17ê Çileyê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku êrişên leşkerî yên li dijî herêmê ne tenê aştiya sivîl têk dibin, lê belê di vê qonaxa hestiyar de tevahiya herêmê rûbirûyê xetereyeke mezin a terorê dikin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de hişyarî da ku êrişên leşkerî yên li derdora herêmê dibe ku asayîşa vê zindanê têk bibin û ev yek bibe sedema dubare aktîvkirina şaneyên DAIŞ’ê. Hat destnîşankirin ku eger bûyereke wiha biqewime, dê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê ji bo tevahiya cîhanê encamên wê yên giran hebin.

Rêveberiya Xweser tekez kir, parastina navendên girtinê û kampên koçberan (bi taybetî yên DAIŞ’ê) berpirsiyariyeke navneteweyî û kolektîf e. Lewma daxwaz hat kirin ku hemû cure binpêkirin û êriş werin rawestandin û rêz li qanûna mirovî ya navneteweyî were girtin, da ku ewlehiya sivîlan û saziyên jiyanî were parastin.

Di daxuyaniyê de bangeke lezgîn li Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hat kirin ku li hember vê rewşa metirsîdar berpirsiyariya xwe bigire ser xwe. Herwiha daxwaz kir jî, Hevpeymanî bi awayekî kirdarî kar bike da ku rê li binpêkirinên komên çekdar ên ser bi "Hikûmeta Demkî" ve bigire, ji ber ku ev êriş xebatên şerê li dijî terorê lawaz dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser pabendbûna xwe ya ji bo parastina gelên herêmê û berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê nû kir û ragihand, ew ê li hember her cure gefên li ser ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin.