ENKS: Biryarnameya serokatiyê gaveke erênî ye; divê mafên Kurdan di destûrê de werin parastin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), pêşwazî li biryarnameya Serokê Sûriyê Ehmed Şera kir û ragihand, ev gav ji bo çareseriya doza Kurd destpêkek e, lê divê hemû maf bi garantiya destûrî werin mîsoger kirin.
ENKSê îro 18ê Çileya 2026an derbarê Biryarnameya Serokatiyê ya bi jimara 13an daxuyaniyek belav kir. ENKS’ê diyar kir, naskirina mafên Kurdan û hilweşandina encamên "Serjimariya Awarte" ya sala 1962an, gavên giring in ber bi dadperweriyê ve.
ENKS’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ew bi "rihetî" pêşwazî li biryarnameya Serok Ehmed Şera dikin, ku tê de Kurd wekî parçeyekî "bingehîn û resen" ê gelê Sûriyê hatine pênasekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Hilweşandina serjimariya sala 1962an û rakirina bandorên wê yên hiqûqî, wê dawî li neheqiya dîrokî ya li ser dehhezaran welatiyên Kurd bîne. Her wiha, naskirina cejna Newrozê wekî cejneke niştimanî li Sûriyê, nîşaneya nêzîkatiyeke nû ye."
"Pêwîstiya me bi garantiya destûrî heye"
Her çend ENKS vê biryarnameyê wekî "gaveke erênî" bibîne jî, tekez kir ku doza Kurd dozeke "siyasî û niştimanî" ye. ENKS daxwaz dike ku ev maf di destûrê de werin parastin û Kurd di avakirina dewletê de bibin hevparên rastîn. ENKS’ê diyar kir ku armanca wan a dawî avakirina Sûriyeyeke "demokratîk, piralî û nenavendî" ye.
Banga ji bo diyalogê û "Şanda Kurdî ya Hevbeş"
ENKS ragihand, ev biryarname dikare bibe bingehek ji bo destpêkirina diyalogeke cidî û berpirsiyar di navbera hikûmeta Sûriyê û "Şanda Kurdî ya Hevbeş" de. Armanc ji vê diyalogê gihîştina çareseriyeke mayînde ye ku mafên neteweyî, siyasî û zimanî yên Kurdan bi garantiya destûrî biparêze.
Piştgiriya ji bo agirbestê
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de, ENKS bang kir ku hemû çalakiyên leşkerî werin rawestandin û hemû alî pabendî peymana agirbesta giştî bin. ENKS’ê bal kişand ser giringiya parastina aştiya civakî û yekparçeyiya welat li ser bingeha dadperweriyê.