HSD: Li Reqayê komên çekdar êrîşî girtîgeha Eqtanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, komên çekdar li bajarê Reqayê êrîşî girtîgeha Eqtanê kiriye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Duşem, 19.01.2026) ragihand ku, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê êrîşî girtîgeha Eqtanê li bajarê Reqayê kiriye.
HSDê amaje jî da: Komên çekdar di wê êrîşê de dron û çekên giran bi kar anîne, lê hêzên wan berhingarî wan bûne û kariye ku wê êrîşê bişkînin û rêyê li wan çekdaran bigirin.
Ev zêdetir ji hefteyekê ye ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi fermana Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şera êrîşeka leşkerî li dijî her du taxên Kurdan; “Eşrefiye û Şêx Meqsûd” li Helebê û çend deverên din ên Kurdan daye destpêkirin. Artêşa Erebî ya Sûriyeyê herwesa Reqa, rojavayê Firatê û Bendava Tişrînê jî kontrol kirine.
Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi rengekê tevlihev û bi çekên giran û tankan şêniyan û xelkê sivîl dikin armanc, wesa jî nêzîkî 190 hezar welatiyan aware bûne. Ji ber bombebaranên berdewam ên artêşa Ehmed Şera, zêdetir ji 25 sivîlan hatine kuştin û zêdetir ji 100 kesên din jî birîndar bûne.