HSD: Li derdora zindana Şedadê şerekî giran berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand, komên çekdar êriş birine ser derdora zindana Şedadê ya ku bi hezaran endamên DAIŞ’ê tê de girtî ne.

Ferhad Şamî, îro 19’ê Çileyê, li ser hesabê xwe yê tora civakî “X” eşkere kir, niha li derdora zindana Şedadê di navbera hêzên wan ên parastinê û komên êrişkar de pevçûnên giran berdewam dikin. 

Zindana Şedadê, piştî zindana Xiwêranê, yek ji du navendên herî sereke ye ku herî zêde girtiyên DAIŞ’ê tê de ne. Li gorî raporan, li van her du zindanan bi giştî nêzîkî 10 hezar endamên DAIŞ’ê hene. Tê gotin ku di zindana Şedadê de bi tenê di navbera 3 hezar û 5 hezar girtiyan de hene.

Ev girtî ne tenê ji Sûriye û Iraqê ne; di nav wan de nêzîkî 2 hezar çekdarên biyanî hene ku ji 58 welatên cuda yên cîhanê hatine.

HSD û Hevpeymaniya Navdewletî gelek caran hişyarî dabûn ku birêvebirin û parastina van zindanan ji bo wan barekî gelekî giran e. Tevî bangawaziyên wan ên berdewam jî, gelek welat amade nîn in welatiyên xwe yên girtî yên endamên DAIŞ’ê vegerînin welatên wan.