Li Diyarbekirê polîsan rê neda meşa ji bo Rojavayê Kurdistanê

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê hêzên ewlehiyê rê neda meşa ku ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hatibû organîzekirin û bi tundî destêwerdan kirin.

Li bajarê Diyarbekirê bi bangawaziya Platforma Saziyên Demokratîk, xwestin ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên dawî meşekê li dar bixin. Di çalakiyê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Diyarbekirê, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), hevserokên şaredariyan û gelek welatî amade bûn.

Biryar bû ku girse ji Parka Koşuyoluyê ber bi Qada Şêx Seîd ve bimeşe. Lê belê polîsan û hêzên ewlehiyê hemû rêyên meşê girtin û ragihandin ku destûr nadin ti çalakî û meşan. Tevî hewildanên siyasî û muzakereyan, polîsan daxwaza girseyê red kir.

Ji ber ku çalakvan ji parka Koşuyoluyê belav nebûn û xwestin mafê xwe yê meşê bikar bînin, hêzên ewlehiyê bi tundî destêwerdana girseyê kir. Polîsan li dijî beşdarên çalakiyê gaza rondikrêj û guleyên plastîk bikar anîn.

Piştî vê destêwerdana tund a polîsan ku li kolanên derdorê fikar û alozî afirand, girse ji hev belav bû. Hat ragihandin ku di dema destêwerdanê de alozî derketiye û zextekî zêde li ser çalakvanan hatiye kirin.