Şer û pevçûn li nêzîkî Kobanê derketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma navbera bajarê Eyn Îsayê û gundê Ebû Sira yê ser bi Kobanê ve, di navbera şervanên HSD-YPJ’ê û komên çekdar ên ser bi "Hikûmeta Demkî" ve pevçûnên giran derketin.

Li gorî agahiyan, li devera navbera bajarê Eyn Îsa û gundê Ebû de, rageşiya leşkerî veguherî pevçûneke rûbirû. Pevçûn piştî wê yekê dest pê kirin ku komên çekdar hewl dan li dijî çeperên hêzên Kurdî pêş bikevin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi tundî bersiva êrişên çekdaran didin. Hat ragihandin ku li wê xeta sînorî şerekî dijwar diqewime û di dema amadekirina vê nûçeyê de pevçûn hîn jî berdewam dikin.