Mehmûd Berxwedan: Em di qonaxa ‘Berxwedana Kobanê ya Duyemîn’ de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mehmûd Berxwedan, di peyamekê de ji bo gelê herêma Cizîr û Kobanê ragihand, herêm derbasî qonaxeke nû ya berxwedana giştî bûye û vê pêvajoyê wekî "Berxwedana Kobanê ya Duyemîn" pênase kir.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê peyameke dengî ya Mehmûd Berxwedan parve kir. Berxwedan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişên ku ji 6’ê Çileyê ve li dijî destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirine û destnîşan kir ku ev qonax, destpêka berxwedaneke dîrokî ye.
"Diyalog nehat qebûlkirin, armanc destkeftiyên Kurdan in"
Fermandarê HSD’ê diyar kir, wan wekî hêzên parastinê gelek caran hewl da pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêya diyalogê çareser bikin, lê belê "dijminên Kurdan û mirovahiyê" her dem destkeftî û hêviyên gelê Kurd kirine armanc.
Berxwedan destnîşan kir ku êrişên li ser Kobanê û Cizîrê bi armanca bêparkirina gel a ji azadiyê tên kirin.
"Kobanê xaka bav û kalan e"
Mehmûd Berxwedan di peyama xwe de bi taybetî li ser giringiya Kobanê rawestiya û got: "Kobanê xaka bav û kalên me ye û gelê me bi ti awayî dest jê bernade. Îro li hemû eniyan berxwedaneke mezin heye û ev qonax temsîla 'Berxwedana Kobanê ya Duyemîn' dike."
Berxwedan bang li tevahiya civakê kir ku li kêleka şervanên xwe yên HSD, YPG û YPJ’ê bisekinin. Wî destnîşan kir ku ev şer "cenga tevahiya civakê" ye û got: "Hêzên me derbasî qonaxeke nû bûne ku dê bi hemû rê û rêbazan parastina xak û rûmeta xwe bikin. Berxwedana me dê dijmin matmayî bike û hemû hewildanên wan ên ji bo têkbirina destkeftiyên gel dê pûç bibin."