HSD: îro roja berpirsyariya dîrokî û rûmetê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyeke tund bang li hemû ciwanên Kurdistanê û yên li Ewropayê kir ku li dijî êrişên komên çekdar bibin yek û tevlî berxwedanê bibin.

Fermandariya Giştî ya HSD’ê îro Duşemê 19’ê Çileya 2026’an, têkildarî êrişên ku ji 6’ê Çileyê ve li ser herêmê berdewam dikin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, şervanên wan li hemberî êrişên "hov û barbar" bi cesaret û fedakariyeke mezin li ber xwe didin.

HSD’ê bal kişand ser hevahengiya di navbera dewleta Tirkiyeyê û komên çekdar de û ew kom wekî "xwediyên zihniyeta DAIŞ’ê" pênase kirin. Di daxuyaniyê de biryardariya şervanan bi vî rengî hat ziman:

"Çawa ku di sala 2014’an de li Kobanê berxwedaneke dîrokî hat kirin û Kobanê ji DAIŞ’ê re bû goristan; îro jî em ê bajarên xwe ji Dêrikê heta Hesekê û Kobanê bikin goristana xwediyên zihniyeta DAIŞ’ê yên nû ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin."

Fermandariya Giştî ya HSD’ê bangeke lezgîn li ciwanên Kurd kir û wiha got: "Em bang li hemû ciwanên xwe, keç û xortên me yên li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û her wiha yên li Ewropayê dikin ku bibin yek, sînorên dagirkeran rakin û werin tevlî berxwedanê bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekez kirin ku îro "roja berpirsyariya dîrokî û rûmetê ye." HSD’ê destnîşan kir ku îradeya gelan ji her cure êriş û dagirkeriyê bihêztir e û ew ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin.