HSD: Li eniyên Kobanê me komên çekdar neçarî paşvekişandinê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, şervanên wan li eniyên başûrê Kobanê bersiva gelek êrişên komên çekdar ên ser bi Şamê ve dane û ziyanên giran gihandine wan.

Li gorî daxuyaniya fermî ya HSD’ê, îro Sêşemê 20’ê Çileyê saet di navbera 03:00 û 06:00’ê sibehê de, li eniya Sirînê ya başûrê Kobanê, komên çekdar du caran li pey hev hewl dane êriş bikin. Lê belê, hêzên HSD’ê bi "cesaret û jêhatîbûn" bersiv dane û her du hewildanên wan şikandine.

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin, di encama van pevçûnan de, hejmareke mezin ya wesayîtên leşkerî û zirêpoş ên êrişkaran hatine rûxandin û çekdarên di nav wan de hatine kuştin.

HSD’ê her wiha destnîşan kir, li eniya Ebû Sirayê jî derbeyeke giran li karwanekî leşkerî yê van koman hatiye xistin û ew neçarî paşvekişandinê kirine.

Li aliyê din, li başûrê rojhilatê Kobanê, li gundê Xan Memedê jî hewildaneke din a pêşveçûnê ya komên çekdar hat pûçkirin. HSD’ê ragihand, piştî ku "derbeyên kujer" li wan ketine, êrişkar neçar mane ji herêmê birevin.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, hemû şervanên wan û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne. Hat gotin ku ew ê bi her awayî li hemberî her cure destdirêjî û êrişan bisekinin û parastina gel û xaka Kurdistanê bidomînin.