HSD ji Kampa Holê vekişiya
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê: Em amade ne Kampa Holê û çekdarên DAIŞê werbigirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, ji ber xemsariya navneteweyî li hember pirs û metirsiyên rêkxistina DAIŞê, wan hêzên xwe ji Kampa Holê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve vekişandine. Herwesa Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê jî amadebûna xwe ji bo wergirtina Kampa Holê û zindaniyên DAIŞê ragihandiye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Sêşem, 20.01.2026) ragihandinek belav kir û rexne li civaka navneteweyî kir ku li hember êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng e û amaje da ku, ji ber xemsariya navneteweyî û cidînebûna civaka navneteweyî li hember çareserkirina pirsa DAIŞê û hilnegirtina berpirsyarîtiyê, ew neçar man ku hêzên HSDê ji Kampa Holê vekişînin û dubare li wan bajarên bakurê Sûriyeyê binecih bikin, ku ketine ber xeterî û zêdebûna gefan.
Birêvebira Kampa Holê Cîhan Henan di vî warî de ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ew kamp ji bin kontrola hêzên HSDê derketiye û çekdar êrîşî navendên wan dikin û wan cihan dişewitînin.
Birêvebira Kampa Holê herwesa got: Tîmên Rêkxistina Heyva Sor a Kurdî niha li Kampa Holê mane û di nav aloziyan de asê bûne.
Pêştir Serperiştê Kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li Parêzgeha Hesekeyê Şêxmûs Ehmed jî di derheqa hejmara endamên DAIŞê yên zindanîkirî li kampên Roj û Holê ji Kurdistan24ê re axivîbû.
Şêxmûs Ehmed eşkere kiribû ku, 23 hezar kes li Kampa Holê hene, ku nêzîkî 15 hezar ji wan welatiyên Sûriyeyê ne û nêzîkî şeş hezar kesên din jî biyanî ne, ku di nav wan de jî sê hezar kes Iraqî ne. Herwesa li Kampa Rojê jî, du hezar û 500 kes hene, ku du hezar û 300 kes ji wan biyanî ne û yên din jî welatiyên Sûriye û Iraqê ne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî her îro ragihand ku, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî Şamê piştî dorpêçkirina zindana Eqtanê li bakurê Reqayê û topbarankirina wê zindanê û dezgehên li derdora wê, av jî li ser wê zindanê girtiye, ku çekdarên DAIŞê tê de zindanîkirî ne.