Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê peyamek arasteyî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûriyeyê di ragihandina xwe ya herî nû de peyamek arasteyî Kurdên bakur-rojhilatê Sûriyeyê kiriye û bi rengekê fermî ragihandiye ku, hêzên wan ên leşkerî bi tu rengan naçin nav deverên xwecihbûnê yê Kurdî.
Wezareta navbirî di wê ragihandinê de tekez jî kir: Em pabendbûna xwe ya temam bi parastina gelê Kurd û ewlehiya wan tekez dikin, û em careka din sozê didin ku hêzên me neçin nav gund û bajarkên Kurdan.
Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûriyeyê amaje jî da ku, armanca Artêşa Sûriyeyê vegerandina tenahiyê ye.
Şamê di pareka din a wê ragihandinê de amadebûna xwe ya temam ji bo wergirtina berpirsiyariya Kampa Holê û hemî zindaniyên DAIŞê li deverê nîşan daye û ragihandiye ku, serpişka karên wan şerê li dijî terorê ye.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê daxwaz jî kiriye ku, pabendî peymana 18ê Çileyê bin û bi cih bînin.
Ev jî di demekê de ye ku, Birêvebirê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman hişyariyeka tund li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê da û ragihand: Êrîşên niha ne tenê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne, belkî merem jê qirkirina etnîkî ya gelê Kurd e.
Ev haydariyên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di demekê de ne ku, aloziyên leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gihîştine asta herî bilind û xetereka cidî li ser çarenivîsa bi mîlyonan welatiyên Kurd li deverên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê çê bûye, ku rûbirûyî êrîşên çekdarî yên cuda cuda û milîsên biyanî bûne.