Serok Barzanî: Em qebûl nakin zirar bigihîje xûşk û birayên me li Rojava

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî peyamek ji raya giştî re weşand ku tê de dibêje: Me hemî bizavên xwe xistine kar û em berdewam in ku xûşk û birayên me li Rojava tûşî karesat û nexweşiyan nebin.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: Divê hemî alî bi berpirsiyarî û dûrî hestan tevbigerin û wesa çê nebe ku zirar bigihîje xûşk û birayên me li Rojava, ku bi tu rengan nayê qebûlkirin.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Em bi nîgeraniyeka mezin û bi hûrî pêşketin û rûdanên dawiyê yên Sûriye û Rojava dişopînin. Di vê rewşa hesas de, divê hemî alî bi berpirsiyarî û dûrî hestan tevbigerin û wesa çê nebe ku zirar bigihîje xûşk û birayên me li Rojava, ku ev bi tu rengan nayê qebûlkirin.

Me hemî bizavên xwe xistine kar û em berdewam in ku xûşk û birayên me li Rojava tûşî karesat û nexweşiyan nebin.

Ji aliyekî din ve di wê rewşa aloz a ku çê bûye de, metirsiya serhildana DAIŞê û terorê jî heye ku ew bi xwe li ser tenahî û ewlehiya deverê gefekeka pir cidî ye. Em li vê derê bang li civaka navneteweyî û hevpeymanan dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabin û tavilê alozî û şer û pevçûnan rawestînin, agirbesteka seranserî ragihînin û pirsgirêk bi awayekê aştiyane û bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

 

Mesûd Barzanî

20ê Çileya 2026ê