Îlham Ehmed: Parastina canê şervanan li girtîgeha Eqtanê li ser Amerîkayê ye

Îlham Ehmed
Îlham Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser wan gefên ku li ser girtîgeheka DAIŞê li Reqayê hene haydarî da û peyameka rasterast pêşkêşî hêzên Amerîkayê kir.

Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed îro (Sêşem, 20.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihand: Zindana Eqtanê li Reqayê, ku nêzîkî 2000 çekdarên DAIŞê yên girtî lê ne, rûbirûyî topbaraneka giran bûye.

Îlham Ehmed bang li hêzên Amerîkayê kiriye ku, berpirsiyariya xwe hilbigirin û nivîsiye: Hêzên leşkerî yên Amerîkayê berpirsiyarên ewlehî û silametiya wê komê ne ya ku wê girtîgehê diparêze û zêrevaniya wê dike.

Berpirsa navbirî herwesa daxwaz ji Waşintonê kiriye ku pişta xwe nede hevpeymanên xwe û gotiye: Em bang li wan dikin ku berpirsiyariyên xwe li hember kesên ku li kêleka wan sekinîn û li dijî terorê şer kir werbigirin, herwesa wekî aliyekê garantîker pêvajoya agirbestê bişopînin.