Ehmed Şera bo Serok Barzanî: Mafên siyasî û medenî yên Kurdan li Sûriyeyê parastî ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bi rêya telefonê peywendî bi Serok Barzanî kir û pê re guhertinên dawiyê yên deverê û parastina mafên gelê Kurd nîqaş kirin.
Serokatiya Komara Sûriyeyê belav kir ku, her du aliyan di wê peywendiyê de tekezî li ser hevahengiya berdewam ji bo çespandina aştî û ewlehiyê û vedîtina rêyên guncayî ji bo çareserkirina pirsgirêkan kiriye.
Li gorî wê ragihandina fermî ya Serokatiya Komara Sûriyeyê, Ehmed Eşra di wê peywendiyê de tekez kiriye ku hemî mafên neteweyî, siyasî û medenî yên Kurdan li Sûriyeyê parastî ne.
Di bersivê de, Serok Barzanî jî piştgiriya xwe ji bo peymana vê dawiyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de diyar kiriye û wekî pêngav girîng û erênî wesif kiriye.
Herwesa her du aliyan li ser wê yekê li hev kiriye ku, ji bo misogerkirina aştiyê û berjewendiya giştî li deverê, divê pêvajoya şêwirmendî û hevahengiyê di navbera wan de berdewam be. Armanca vê hevahengiyê jî çareserkirina cudahiyan û karkirina ji bo xurtkirina tenahiyê ye, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hemî aliyan bike.
Ev peywendiya telefonî li roja 20ê Çileya 2026ê hatiye kirin, di demekê de ye ku dever di qonaxeka hesas re derbaz dibe û bizav zêde bûne ku hevfêmkirineka siyasî di navbera Şamê û aliyên Kurdî de çê bibe, bi merema rêgirtina li pevçûnan û dabînkirina mafên destûrî yên pêkhateyan di çarçoveya welatekê tena de.