Serok Barzanî ji Ehmed Şera re: Pêwîst e maf û rûmeta gelê Kurd parastî be
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera bi têlefonê peywendiyek encam dan. Di peywendiyê de rewşa dawî ya Sûriyeyê û mafên Kurdan hatin gotubêjkirin.
Li gorî zanyariyan, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî kiriye û agahiyên dawî yên derbarê rewşa Sûriyeyê de jê re parve kirine.
Serok Mesûd Barzanî di vê peywendiya têlefonî de helwesta xwe ya ji bo aştiyê nîşan da û destnîşan kir ku ew her tim piştgiriyê didin çareseriyeke aştiyane. Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku "divê maf û rûmeta gelê Kurd li Sûriyeyê bi tevahî were parastin."
Ehmed Şera: Mafên neteweyî û siyasî yên Kurdan garantî ne
Serokatiya Komara Sûriyeyê şeva borî derbarê naveroka peywendiyê de daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, Ehmed Şera ji Serok Barzanî re ragihandiye ku "li Sûriyeyê hemû mafên neteweyî, siyasî û medenî yên Kurdan parastî ne."
Herwiha hat diyarkirin ku her du aliyan li ser hevahengiya berdewam ji bo çespandina aştî û ewlehiyê li herêmê û dîtina rêyên guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêkan, li hev kirine.