Hikûmeta Sûriyeyê spasiya Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Sûriyeyê ji bo aştî, bicîhanîna peymana agirbestê û pêşîgirtina li rijandina xwîna kesên bêguneh spasiya Serok Barzanî dike.

Berpirsê Dosyeya Amerîkayê li Wezareta Derve ya Sûriyeyê Qutêbe Idlibî îro (Çarşem, 21.01.2026) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: Em spasiya Serok û Rêber Cenabê Barzanî dikin, ji ber wê rola ku wî di çareserkirina aloziyên Sûriyeyê de lîstiye û wan bizavên ku ji bo navbeynkariyê kirine, herwesa tekez li ser bicîhanîna peymanan û rêgirtina li rijandina xwîna kesên bêguneh kiriye.

Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li roja 12ê vê mehê êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li parêzgeha Helebê kir ku du taxên Kurdan in, ji wê demê ve pevçûnên rasterast di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de hatin destpêkirin û şer gihîşt derdora parêzgeha Hesekeyê û bajarê Kobaniyê.

Di nûtirîn pêşhat de jî, Berpirsê Dosyeya Amerîkayê li Wezareta Derve ya Sûriyeyê ji Kurdistan24ê re got ku, wan çar roj wekî derfet dane Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku tevlî dezgehên Sûriyeyê bibin, ew destûr jî bi navbeynkariya Amerîkayê hatiye dayîn.

Ji wê demê ve ku şerê rasterast ê di navbera HSD û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de hatiye destpêkirin, Serok Mesûd Barzanî ji bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê û misogerkirina mafên wan ên siyasî û çandî di dewleta nû ya Sûriyeyê de berdewam li ser xetê ye.

Ji bo wê meremê jî, Serok Mesûd Barzanî çend caran bi rêya telefonê bi Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şera re axiviye û pê re tekez li ser parastina mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li roja 17ê vê mehê jî, bi hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack re civiya. Ew civîn jî girêdayî misogerkirina mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di avahiya nû ya dewleta Sûriyeyê de bû.