Serok Barzanî û Mîrê Qeterê tekez li ser parastina tenahiya Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî û Mîrê Qeterê di peywendiyeka telefonî de rewşa Sûriyeyê nîqaş kir. Her du alî hevnerîn bûn ku, divê şerê li Sûriyeyê tavilê bê bidawîanîn û bi hemî rengan rê li serhildana şerê neteweyî di navbera Kurd û Ereban de bê girtin.

Serok Mesûd Barzanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî îro (Çarşem, 21.01.2026) êvarê bi rêya telefonê axivîn.

Baregayê Barzanî belav kir ku, mijara sereke ya wê peywendiyê ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî ya deverê û bi taybetî jî wan pêşhatên bilez ên li meydana Sûriyeyê diqewimin hatibû terxankirin. Her du aliyan girîngiya parastina tenahî û ewlehiya deverê tekez kir.

Xala herî girîng a wê nîqaşê lihevkirina her du aliyan li ser xeteriyên zêdebûna tundûtûjiyan bû. Serok Barzanî û Mîrê Qeterê tekez kir ku, divê zêdetir bizav ji bo rawestandina şer û pevçûnan bên kirin.

Di pareka din a wê peywendiyê de, her du aliyan tekez kir ku divê bi hemî rengan rê li wê yekê bê girtin ku şerê neteweyî yê di navbera Ereb û Kurdan de biqewime, ji ber ku dê encamên xeter hebin.

Her du aliyan li dawiyê jî tekez kir ku, yekane rêya derketina ji vê krîzê ew e ku pena ji bo diyalog, hevfêmkirin û vedîtina çareseriyeka aştiyane ye bê birin, ku mafên hemî aliyan parastî bin.