Amerîka bo Hikûmeta Sûriyeyê: Bi HSDê re pabendî agirbestê bin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) naveroka peywendiya telefonî ya di navbera fermandarê xwe û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de weşand, ku tê de Amerîkayê daxwaza rawestandina şer li dijî HSDê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper îro (Çarşem, 21.01.2026) bi rêya telefonê bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re axiviye.

Di wê peywendiya telefonî de, Fermandarê CENTCOMê bi ronî ji Serokê Sûriyeyê re ragihandiye ku, girîng e ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê pabendî wê agirbestê bin a ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hatiye ragihandin.

CENTCOMê planek ji bo veguhestina nêzîkî heft hezar çekdarên DAIŞê yên girtî ji Sûriyeyê bo Iraqê pêşkêşî Serokê Sûriyeyê kiriye. Ev pêvajo dê bi hevahengî be û bi awayekê rêxistî û ewle dê bê birêvebirin.

Brad Cooper haydarî daye hêzên Sûriyeyê û hemî hêzên din ku, nabe bi tu rengan desttêwerdanekê an karekî bikin ku bibe sedema têkdana pêvajoya veguhestina wan girtiyan.

Di dawiya wê peywendiyê de jî, her du aliyan tekez li ser pabendbûna xwe ya berdewam ji bo şkandina bi yekcarî ya DAIŞê kir, ji ber ku rêgirtina li serhildana DAIŞê sedemek e ji bo parastina ewlehiya Amerîkayê, deverê û cîhanê.

Ev jî di demekê de ye ku, bi armanca rêgirtina li revîna wan û bi hevahengiya Bexdayê, CENTCOMê îro dest bi bicihanîna planeka mezin ji bo veguhestina heft hezar çekdarên DAIŞê yên girtî ji Sûriyeyê bo Iraqê kir. Wekî pêngava yekê jî, îro 150 çekdar ji Hesekeyê hatin veguhestin.