Nûnerê Panamayê li Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî: Divê Kurd li Sûriyeyê paşeroja xwe diyar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî li ser rewşa Sûriyeyê hat lidarxistin û Nûnerê Panamayê di wê civînê de got: Divê peymana di navbera HSD û Şamê de bê bicîhanîn.

Nûnerê Panamayê li Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî Eloy Alfaro de Alba îro (Pêncşem, 22.01.2026) ragihand: Qonaxa veguhêz li Sûriyeyê lawaz maye, xasma jî li Helebê û bajarên derdora wê, bi dehan welatiyên Kurd hatine kuştin û zirar gihîştiye jêrxaneya sivîl.

Eloy Alfaro de Alba herwesa got: Ev bûyer bûne qebxwaziyek, ku tevlihevkirina HSDê bi dezgehên hikûmetê re ye, herwesa divê rê li parçebûna gel û axa Sûriyeyê bê girtin.

Navbirî amaje jî da: Divê rêz li peymana 19ê Tîrmehê bê girtin, li gorî qanûnên navneteweyî bê bicîhanîn û êdî welatî aware nebin. Divê Kurd jî mîna neteweyên din ên Sûriyeyê paşeroja xwe diyar bikin.