Silêman Oso: Alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê morala gel bilind kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku, helwesta aliyên Kurdî dilxweşker e.
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso îro (Pêncşem, 22.01.2026) tevlî geşteka nûçeyan a Kurdistan24ê bû û tê de ragihand: Peymana 18ê Çileyê encama bizavên Serok Barzanî bû.
Silêman Oso herwesa got: Em daxwaz dikin ku alozî bi rengekê aştiyane bên çareserkirin. Amaje jî da: Alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê morala gel bilind kiriye. Tekez jî kir: Peywendiyên Serok Barzanî û bizavên wî bi aliyên navneteweyî re dê encamên erênî hebin.
Navbirî amaje jî da: Gelek kes ji ber şerê Helebê aware bûn, lê helwesta aliyên Kurdî û hemî Kurdan li her derê kêfxweşî û yekîtîya gelê Kurd nîşan dide. Herwesa bang li eşîrên Ereb ên Sûriyeyê jî kir ku, ji gotinên kerb û kînê dûr bikevin, ku hin kes belav dikin, ji ber ku ev bi sedan sal in em li vê deverê bi hev re dijîn.
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) tekez jî kir ku, Kurd aştiyê dixwazin û naxwazin ku şer û pevçûn li deverê hebin.
Ev daxuyaniyên Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso di demekê de ne ku, Serok Barzanî her ji roja yekê ve ji bo çareserkirin wan şer û aloziyan li ser xetê ye, civîn û serdan û peywendiyên telefonî ji bo çareserkirina wan aloziyan bi serok û rêberên deverê û cîhanê re dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê bizavê dike ku, tevî xurtkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîhanê re di warê aborî de, rastiyên Rojavayê Kurdistanê jî bigihîne serok û rêberên cîhanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe bizavê ji bo çareserkirina wan aloiyan dike û civîn û peywedniyên telefonî bi serkirdeyan re dike, îro jî li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya û rewşa dawiyê ya Rojavayê Kurdistanê, Sûriyeyê û pêşhatên leşkerî û siyasî yên deverê bi giştî nîqaş kirin.
Ev civîna duyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re di heyama hefteyekê de bû. Pêştir Mezlûm Ebdî li roja 17ê vê mehê gihîştibû Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.