Koçka Êlîzê tekez li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê kir

Alaya Fransayê
Alaya Fransayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Komara Fransayê stratejiya xwe ya nû ji bo qonaxa piştî hilweşîna rejîma Esed ragihand û piştgirîkirina deshilata nû ya Sûriyeyê ji bo avakirina welatekî yekgirtî û xwedî serwerî ku rêzê li hemî pêkhateyan bigire tekez kir.

Koçka Êlîzê amaje da ku, ev bizav di çarçoveya pabendiyên neguher ên wî welatî de ye ku ji sala 2011ê ve hatiye destpêkirin, bi rengekî ku berjewendiyên ewlehiyê û têkoşîna li dijî terorê li ber çav bê wergirtin.

Koçka Êlîzê îro (Pêncşem, 22.01.2026) ragihand ku, di çarçoveya berdewamiya bizavên dîplomatîk de, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di çend rojên borî de hejmareka nîqaşên nû bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kiriye.

Di vê çarçoveyê de, Serokkomarê Fransayê bi taybetî spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye, ji ber bizavên wî yên navbeynkariyê bi armanca hevahengiyê ji bo gihîştina çareseriyeka herdemî ku xizmeta deverê û ewlehiya Ewropa û Amerîkayê bike.

Li gorî daxuyaniya Koçka Êlîzê, pêdivîtiya gihîştina çareseriya dawiyê bi rawestandina herdemî ya şer bi taybetî li Kobaniyê û Hesekeyê û bicihanîna peymana 18ê Çileyê heye, bi awayekî ku yekparçeyiya axa Sûriyeyê û mafên hemî pêkhateyan, bi taybetî gelê Kurd, garantî bike.

Koçka Êlîzê dibêje: Fransayê bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo tevlihevkirina siyasî, îdarî, leşkerî û aborî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kiriye û wekî armanceka sereke nîşan daye, lê tekez dike ku nabe ev pêvajo bi hêza çekdarî û piştguhxistina silametiya sivîlan li deverên Kobanî û Hesekeyê be.

Fransayê ji aliyê ewlehiyê ve nîgeraniya xwe li ser nebûna tenahiya peymana rawestandina şer nîşan daye û haydarî li ser her pêşveçûneka leşkerî ya nû daye, herwesa pêdivîtiya hevahengiyê di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de ji bo dabînkirina ewlehiya girtîgehan û veguhestina girtiyan jî tekez kiriye.

Fransayê ragihandiye ku, êrîşên berdewam ên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bandoreka neyînî li ser kontrolkirina navendên rawestandina terorîstan kiriye, û ev jî armancên ewlehiyê dixe xeterê.

Koçka Êlîzê li dawiyê jî pesna wêrekî û pabendbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de da û tekez kir ku, Fransa di wî şerî de bi wan re bû û nabe ku ew bizav bên jibîrkirin. Herwesa amaje daye ku, Sûriye niha endameka çalak a Hevpeymaniya Navneteweyî ye û divê bi hemî hevpeymanan re li ser şerê li dijî DAIŞê berdewam be, bi rengekî ku berjewendiyên ewlehiyê yên deverê û cîhanê parastî bin.

Ev daxuyaniya Koçka Êlîzê di demeka hestyar de ye, ku Sûriye piştî hilweşîna rejîma Esed di qonaxeka veguherînê ya dîrokî de ye. Fransa yek ji endamên çalak ê Hevpeymaniya Navneteweyî ye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hevpareka xwe ya sereke di şkandina DAIŞê de dibîne.

Tekezkirina li ser peymana 18ê Çileyê û rola navbeynkariya Herêma Kurdistanê di nîşana bizaveka navneteweyî ye ji bo pêşîgirtina li pevçûnên navxweyî û vedîtina pêgeheka qanûnî û siyasî ji bo Kurdan û hêzên wan ên çekdar di nav dewleta nû ya Sûriyeyê de, ji bo parastina tenahiya demdirêj li Rojhilata Navîn.