Serok Barzanî: Eger planek hebe ji bo ku Kurd li navçeyê nemînin, wê demê em hemû yek in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya de bo welatê Îtalyayê, li avahiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê pêk anî. Serok Barzanî derbarê hevdîtinên xwe yên li Vatîkan û Îtalyayê, aloziyên Rojavayê Kurdistanê, metirsiya DAIŞê û helwesta hêzên navdewletî de daxuyaniyên girîng dan.
Piştgiriya Îtalyayê û Soza Qedaseta Papa
Serok Barzanî ragihand, Îtalya her tim xwedî helwesteke dostane bûye û wezîrên derve û berevaniyê yên wî welatî piştrast kirine ku ew ê di piştgirîkirina Kurdistan û Hêzên Pêşmerge de berdewam bin.
Serok Barzanî her wiha amaje bi hevdîtina xwe ya ligel Qedaseta Papa kir û got: "Qedaseta Papa bi dilgermî li daxwazên me guhdarî kir û soz da ku dema serdana Iraqê bike, dê serdana Kurdistanê jî bike."
Aloziyên Rojavayê Kurdistanê û Têkiliya bi Şamê re
Derbarê şerê vê dawiyê yê li Sûriyeyê, Serok Barzanî eşkere kir ku wî peyamek ji bo Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera şandiye û bi telefonê pê re axiviye. Serok Barzanî got: "Min jê re ragihand ku şerê navbera hêzên siyasî mijarek e, lê bi ti awayî nayê qebûlkirin ku sitem li Kurdan bê kirin. Wî jî bersiv da ku ew ê rê nedin êrîşên bi vî rengî."
Serok Barzanî destnîşan kir jî, guhertina helwesta hin eşîrên Ereb (carekê ligel Esed, carekê ligel DAIŞ, carekê ligel HSD û niha dîsa ligel Şamê) bûye sedema aloziyan. Herwiha got: "Min berê jî ji birêz Mezlûm Ebdî re gotibû ku divê ji bo navçeyên Erebî çareseriyekê bibînin, ji ber ku dibe bibin pirsgirêk."
Hevdîtina Hewlêrê û Agirbest
Serok Barzanî da zanî, duh li Hewlêrê hevdîtinek di navbera Mezlûm Ebdî, Tom Barack û Fermandariya CENTCOMê de pêk hatiye. Di encamê de li ser agirbestê lihevkirin hatiye kirin. Serok Barzanî hêvî jî xwast ku ev agirbest bibe destpêka encameke baş û got: "Şer ne di berjewendiya ti kesî de ye, ya girîng kiryar in, ne gotin û muzayede."
Metirsiya DAIŞê û Rewşa Girtîgehan
Serok Barzanî hişyarî da ku metirsiya DAIŞê hîn jî gelekî zêde ye û şerê niha yê li Sûriyeyê "derfeteke zêrîn" daye vê rêxistina terorist. Herwiha Serok Barzanî diyar kir ku agahî hene ku hejmareke mezin a girtiyên DAIŞê reviyane û ev yek metirsiyeke mezin e. Her wiha behsa peymana di navbera Amerîka û Iraqê de kir ku dixwazin girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhezînin zîndanên Iraqê.
Peyama ji bo Medyayê û Yekitiya Kurdan
Serok Barzanî bang li medyakaran kir ku bergiriyê li mafên Kurdan bikin, lê rê li ber fitne û şerê neteweyî (Kurd û Ereban) nekin. Derbarê parastina herêmên Kurdî de Serok Barzanî got: "Eger bernameyek hebe ku Kurd li herêmê nemînin, wê demê em hemû yek in û em amade ne ji bo her tiştî."
Kobanî û Alîkarî
Derbarê rewşa Kobaniyê de, Serok Barzanî bi xembarî got: "Eger wekî sala 2014an derfet hebûya, min ê niha hêz ji bo Kobaniyê bişanda. Kobanî axa Kurdistanê ye û divê parastî be." Serok Barzanî her wiha spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku ji roja yekem ve bi hemû hêza xwe bi hewara xelkê Rojavayê Kurdistanê ve çûne.