Mezlûm Ebdî spasiya Serok Barzanî û helwesta Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, spasiya serokatî û gelê Herêma Kurdistanê kir û ragihand, hewildanên wan ên ji bo aştiyê û piştgiriya wan a dîplomatîk gelekî giring e.
Mezlûm Ebdî îro 23ê Çileya 2026an, di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) ragihand: "Di vê qonaxê de em bi pêzanîneke mezin li hewildanên Serok Mesûd Barzanî û Serok Nêçîrvan Barzanî dinêrin. Ew di bin navbeynkariya Amerîkayê de, piştgiriya hewildanên siyasî dikin, da ku agirbestek pêk bê, danûstandin dest pê bikin û peymanên hatine kirin bên cîbicîkirin; di nav wan de pêvajoya têkelbûna me ligel hikûmeta Sûriyeyê."
Ebdî her wiha destnîşan kir ku: "Helwesta Herêma Kurdistanê bi serkirde û gelê xwe ve, li cem gelê me cihê rêz û pêzanîneke mezin e."
Fermandarê Giştî yê HSDê bal kişand ser civîna roja pêncşemê ya li Hewlêrê ku ligel şandeke leşkerî û dîplomatîk a Amerîkayê pêk hatibû, ku Di civînê de Balyozê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper amade bûn.
Mezlûm Ebdî ev hevdîtin wekî "civîneke berhemdar" bi nav kir û got: "Armanca vê hevdîtinê gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê ya herêmê û dîtina rêyên destpêkirina danûstandinên siyasî ligel desthilata nû ya Sûriyeyê bû."
Di berdewamiya peyama xwe de, Ebdî piştgiriya xwe ji bo siyasetên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê pêvajoya agirbestê û ragirtina şer de nîşan da û ew wek pêngavên "jîr û giring" binav kirin. Her wiha pêşwazî li hewildanên Tom Barrack kir ku dixwaze hemû aliyan vegerîne ser maseya danûstandinê da ku lihevkirinek di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de pêk bê.