SOHR hişyariyê dide: Li Kobanê karesateke mirovî di rê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) derbarê rewşa bajarê Kobanê û gundewarên wê de hişyariyeke tund da û ragihand, ji ber dorpêça giran a hêzên hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar, herêm rûbirûyî karesateke mirovî ya mezin bûye.

Li gorî rapora Rewangehê, ev dorpêç û bêdengiya navneteweyî rewşa jiyana xelkê herêmê roj bi roj alozter dike. Dorpêçê rê li ber derbasbûna pêdiviyên sereke yên jiyanê girtiye û xelk nikare xwe bigihîne xurek û pêdiviyên bingehîn.

Rapora SOHRê amaje bi wê yekê dike ku êrîşên komên çekdar ên ser bi Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ve, bûn sedema koçberbûna bi sedan malbatan. Ev malbat niha di rewşeke dijwar û di sermayeke giran de dijîn ku herî zêde bandoreke neyînî li ser zarok û kesên temenmezin dike.

Rewangehê bal kişand ser wê yekê ku sektora tenduristiyê li bajêr bi temamî hilweşiyaye; derman û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn nemane û şîrê zarokan nayê peyda kirin. Her wiha, ji ber nebûna sotemeniyê, piraniya firinan hatine girtin û krîza nan gihîştiye lûtkeyê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan daxwaza vekirina lezgîn a korîdorên mirovî kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku zextê li hikûmeta Sûriyeyê bikin, da ku dorpêçê rake û rê li ber karesateke mezintir a mirovî li herêmê bigire.