Li Hewlêrê kempeyna alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Kempeyna berhevkirina alîkariyan ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Parêzgariya Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatiye destpêkirin, bi awayekî berfireh berdewam e.

Rêveberê Ofîsa Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Stav Aso îro 23ê Çileyê jiKurdistan24ê re ragihand, pêvajoya berhevkirina alîkariyan bi serkeftî bi rêve diçe û heta niha hejmareke mezin a kelûpelan hatiye komkirin.

Stav Aso bal kişand ser rewşa dijwar a awareyan û got: "Xelkê me li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke mirovî ya gelekî giran de ne. Pêdivî ye ku bi zûtirîn dem alîkarî bigihin destê wan. Îro hejmareke mezin a dermanan ji aliyê pizîşkan ve hatine bexşandin, ku ev yek cihê dilxweşiyê ye. Em daxwazê ji her kesî dikin ku li gorî karîna xwe, her çend kêm be jî, beşdarî vê xêrxwaziyê bibin."

Bizîşkê şêwirmend Saman Tahir, ku tevî komek bizîşkan bîstikên dermanan pêşkêşî kempeynê kirine, ji Kurdistan24ê re axivî û girîngiya alîkariya tenduristiyê destnîşan kir û got: "Wekî bizîşk em her tim di kempeynên bi vî rengî de amade ne. Lê daxwaza me ew e ku sendîkayên pizîşkî alîkar bin da ku bizîşkên me bikarin biçin herêmê û ji nêz ve birîndar û nexweşan derman bikin."

Ev kempeyna alîkariyê roja pêncşemê bi biryara Parêzgarê Hewlêrê û bi serpereştiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest pê kiribû, da ku alîkariya birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin ku di rewşeke awarte de ne.