Îlham Ehmed: Em ji bo bidawîanîna vî şerî pêşengiyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser platforma civakî ya Xê ragihand ku, binecihkirina agirbestê û bidawîanîna operasyonên leşkerî kevirê bingehîn û pêngava sereke ye ji bo bicîhanîna wê peymana ku li 18ê Çileyê hatiye ragihandin.
Îlham Ehmed di derheqa rewşa mirovî ya li herêmê de jî got ku, di rojên borî de li deverê pêleka awarebûnê ya girseyî ji çend gund û bajarokan çê bû. Tekez jî kir ku, niha ew hemî li benda vegera aştiyane ji bo ser warê xwe ne.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ron jî kir ku, ji ber tevliheviyan zirareka mezin gihîştiye gel û pêvajoya perwerdehiyê.
Îlham Ehmed di dawiya gotinên xwe de jî tekez kir: Tevî dijwariya rewşê, em berdewam dixebitin û pêşengiyê dikin ku vî şerî biqedînin. Herwesa pesnê wan bizavên neteweyî û navneteweyî jî kir ên ku ji bo aramkirina rewşê tên kirin.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed duhî jî (În, 23.01.2026) li ser hesabê xwe yê fermî li ser tora civakî ya Xê peyamek weşand û tê de nivîsî: Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd ê li hundirê welat û revenda kurdî ya li derve dikin, ji bo wê rawestana rastgo û berpirsyarane ya ku li gel têkoşîna Rêveberiya Xweser û hêzên wê nîşan da.
Îlham Ehmed amaje da ku, ew piştgirî ne tenê di warê mînevî de ye, belkî di qada navneteweyî de jî bandoreka mezin çê dike û got: Deng, piştgirî û liv û tevgera we ya siyasî û medyayî xeteka parastinê ya rasteqîn ava kiriye, ji bo parastina rûmeta gelê me û mafê jiyaneke azad û ewle.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya peyama xwe de jî bang li gelê Kurd kir ku li her derê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û got: Em we pal didin ku hûn li ser van helwestên xwe berdewam bin, da ku em bi hev re dawî li metirsiya qirkirinê ya li ser gelê xwe bînin.