Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê 102 barhilgirên alîkariyan gihandin Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Desteya Birêvebirinê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Karzan Nûrî di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê ragihand: Li ser biryara Serok Barzanî û bi çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, me kampanyayeka berfireh ji bo alîkariya xûşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.
Karzan Nûrî hûrgiliyên wan alîkariyan bi vî rengî berçav kirin; Karwanê yekê ji 67 barhilgiran pêk dihat ku zêdetir ji 160 karmend û 710 tonên xwarin û pêdivîtiyên cuda cuda vedigirtin.
Navbirî herwesa got: Ji duhî heta îro, bi tevahî 102 barhilgirên alîkariyan gihîştine Rojavayê Kurdistanê, ku zêdetir ji 850 tonên xwarin û kelûpelên negirêdayî xwarinê ne.
Wî Endamê Desteya Birêvebirinê ya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê amaje jî da: Ev karwan ji hêla Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ve bi piştgiriya sermayedar, xêrxwaz û hevparên wê dezgehê ve li Kurdistanê hatine dabînkirin.
Karzan Nûrî eşkere jî kir ku; Ji bilî alîkariyên madî, tîmeka tenduristiyê ya taybet jî gihîştiye deverê û di dema du rojên borî de pişkinîn û çareseriyên pêdivî ji bo 685 kesan kirine.
Ev kampanya wekî parek ji erkê mirovî û neteweyî yê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ji bo piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê di demên dijwar de berdewam e.