NY: Rewşa mirovî ya Kobaniyê pir xirab e

Hejmareka welatiyên Kobaniyê
Hejmareka welatiyên Kobaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Neteweyên Yekgirtî ji beer rewşa Kobaniyê nîgeran e û dibêje ku, dorpêçkirinê jiyana welatiyan xistiye xeterê.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq nîgeraniya xwe li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand û got: Em nîgeran in ku hemî rêyên ber bi Kobaniyê ve hatine girtin û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.

Ferhan Heq herwesa amaje jî da: Elektrîk tune ye, av xirab e û xelk nikare xizmetên bingehîn bi dest bixe. Navendên tenduristiyê berdewam in, lê derman û pêdivîtiyên bijîşkî gelek kêm bûne.

Neteweyên Yekgirtî bi rayedarên Helebê re di danûstandinan de ne da ku rêyekê bibînin ku alîkariyan bi lez bigihînin Kobaniyê. Ferhan Heq herwesa got: Me alîkarî gihandiye Heseke, Reqa û Dêrazorê û me daxwaza hêsankariyan ji bo gihandina alîkariyan kiriye.

Herwesa Tîma Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobaniyê jî haydarî li ser rûdana karesateka mirovî ya mezin li wî bajarî da. Herwesa di peyameka lezgîn de jî ji bo rêxistinên navneteweyî û Komîsyona Bilind a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî, wê daxwaza alîkariyên bilez ên mirovî ji bo rewşa mirovî ya wî bajarî jî kir.

Li gorî ragihandineka wê tîmê, ev çend roj in ku bajarê Kobaniyê û gundên derdora wê rûbirûyî kampanyayeka leşkerî ya hovane û dorpêçeka giran bûne. Tevî ragihandina agirbestê jî, ew dorpêç berdewam e û nahêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bigihîjin nav wî bajarî.

Rewşa Kobaniyê piştî çend rojan ji dorpêç û pevçûnan gihîştiye asteka xeter. Li gorî zanyaran, nêzîkî 150 hezar sivîlan li nav wî bajarî asê bûne û di rewşeka xirab de ne. Birîna av, elektrîk, sotemenî, xwarin û xetên înternetê jiyana rojane ya welatiyan asteng kiriye û bûye sedema awarebûna hejmareka mezin a malbatan ji bo navenda wî bajarî.

Gelek ji awareyan ji ber sermayê neçar in ku li derve an jî di nav timbêlên xwe de bimînin. Heyva Sor a Kurd ragihandiye ku, hejmareka zarokan ji ber sermayê miriye.