Newzad Hadî ji berbijariya ji bo posta Serokkomariya Iraqê vekişiya

Newzad Hadî
Newzad Hadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Newzad Hadî ji berbijariya ji bo posta Serokkomariya Iraqê vekişiya û piştgiriya xwe ji bo Fuad Hisên ragihand.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Newzad Hadî îro (Şemî, 24.01.2026) vekişîna xwe ji berbijariya posta Serokkomariya Iraqê ragihand.

Newzad Hadî herwesa got: Ji bo berjewendiya giştî û piştgiriya berbijarê me ji bo posta Serokkomariya Iraqê birayê rêzdar Dr. Fuad Hisên, me biryar da ku em vekişin.

Navbirî amaje jî da ku, berbijarkirina wî ji hêla Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve "şanazî û serbilindî" bûye û spasiya wê baweriyê kir.

Serokatiya Parlementoya Iraqê duhî (În, 23.01.2026) lîsta dawiyê ya berbijarên posta serokkomaiyê belav kir. Ew lîst ji 19 kesan pêk dihat û Newzad Hadî jî yek ji wan bû; Bi vekişîna wî, 18 kes ji bo wê postê pêşbaziyê dikin.

18 berbijarên din ev in:

1. Dr. Ebdula Mihemed Elî Elyaweyî

2. Fuad Mihemed Hisên Bekî

3. Nizar Mihemed Seîd Mihemed

4. Şiwan Hewêz Ferîq Namiq

5. Ehmed Ebdila Tofîq Ehmed

6. Hisên Taha Hesen Mihemed Şingalî

7. Necmedîn Ebdilkerîm Hemekerîm Nesrila

8. Aso Fereydûn Elî

9. Saman Elî Îsmaîl Şalî

10. Sebah Salih Seîd

11. Îqbal Ebdula Emîn Helîwî

12. Serdar Ebdula Mehmûd

13. Musena Emîn Nadir

14. Xalid Sidîq Ezîz Mihemed

15. Azad Mecîd Hesen

16. Rafî Ebdula Hemîd Mûsa

17. Salim Hewas Elî Saidî

18. Letîf Mihemed Cemal Reşîd