France Press: Agirbesta HSD û Şamê bi kêmî bo mehekê hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê li ser dirêjkirina agirbesta di navbera xwe de li hev kir; veguhastina çekdarên DAIŞê jî berdewam e.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyey: ê îşev (Şemî, ê li ser dirêjkirina wê agirbestê di navbera xwe de li hev kir, ku biryar bû saet îşev (Şemî, 24.01.2026) bidawî bê.

Heta niha tu daxuyaniyeka fermî ji aliyê her du aliyan ve nehatiye belavkirin, lê sê çavkaniyan haydar ji Ajansa France Pressê re ragihandiye ku, ew agirbest dê herî kêm ji bo mehekê bê dirêjkirin.

Çavkaniyeka dîplomatîk li Şamê ji wê ajansê re gotiye ku, ew agirbest "ji bo demekê hatiye dirêjkirin, dibe ku heta mehekê”.

Çavkaniyeka Kurdî ya haydarî wan danûstandinan jî ji aliyê xwe ve ji wê ajansê re ragihandiye: Dema wê agirbestê dê bê dirêjkirin heta ku em digihîjin çareseriyeka siyasî ku her du aliyan razî bike.

Li gel vê agirbestê, Amerîkayê dest bi pêvajoya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê kiriye. Hejmara girtiyên DAIŞê yên ku dê ji Sûriyeyê bo Iraqê  bên veguhestin bi qasî heft hezar kesan tê texmînkirin.

Li gorî gotinên du berpirsên Iraqî, karwanek ku ji 150 çekdarên DAIŞê pêk dihat li roja Çarşema borî gihîşt Iraqê. Ew karwan, ku çend rêberên navdar ên wê rêxistinê û çekdarên Ewropayê di nav de bûn, ji girtîgehên Hesekeyê hatine veguheztin.

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî li roja Înê pêşbînî kir ku, di nav wan heft hezar çekdaran de welatiyên Sûriyeyî, Iraqî û biyanî hebin, tevî nêzîkî hezar ciwan û mêran.