ENKS: Kobanî li hember karesateka mirovî ya mezin e
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Serkirdetiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Ednan Bozo daxuyaniyeka taybet ji Kurdistan24ê re da, tê de haydarî li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobaniyê da û ragihand ku, têkelbûna dorpêça leşkerî û sir û sermaya zivistanê jiyana welatiyên wî bajarî xistiye xetereka rastîn.
Ednan Bozan amaje jî da: Tevî ragihandina agirbestê, heta niha rê girtî ne û destûr nayê dayîn ku pêdiviyên bingehîn bigihîjin nav bajar. Ev yek jî bûye sedema kêmbûna kelûpelan, bilindbûna bihayan û jikarxistina tevgera bazirganiyê li Kobaniyê.
Navbirî herwesa bal kişand ser krîza enerjiyê û ragihand: Ev zêdetir ji heftiyekê ye ku, elektrîka bajar hatiye birîn û sotemenî û gaz li sûkan nemane.
Ev jî di demekê de ye ku, nimreyên germahiyê daketine bin sifir pileya Celsius û barîna berfê gelek bargiraniyeka zêde ji xelkî re çê kiriye. Wî herwesa behsa xeteriyên mezin li ser jiyana bi sedan kesan kir, ji ber nemana dermanên nexweşiyên demdirêj û şîrê zarokan.
Wî Endamê Serkirdetiya ENKSê herwesa bal kişand ser pêleka nû ya awarebûnê ji gundên derdora Kobaniyê ber bi navenda wî bajarî ve. Li gorî gotina wî, aware di mizgeft û xaniyan de hatine binecihkirin û di şert û mercên mirovî yên pir xirab de dijîn û pêdivîtiya wan bi alîkariyên bilez heye.
Ednan Bozo daxwaz kir ku bi zûtirîn dem korîdoreka mirovî ji bo gihandina alîkariyan bê vekirin. Herwesa wî pesna bizavên berdewam ên Serok Mesûd Barzan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, ku her tim di tengaviyan de piştgirî daye gelê Kobaniyê û Rojavayê Kurdistanê.
Navbirî tekez jî kir: Pirsa Kurdan li Sûriyeyê bi şer û pevçûnên leşkerî çareser nabe, belkî yekane rêya rizgarbûnê diyaloga siyasî û çespandina mafên gelê Kurd di destûra paşerojê yê Sûriyeyê de ye, da ku dawî li wan bextreşiyên mirovî bê anîn.