Heyva Sor a Kurd mirina pênc zarokan ji ber sermayê ragihand û daxwaza alîkariyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Heyva Sor a Kurd îro (Şemî, 24.01.2026) li ser tora civakî ya Facebookê peyamek li ser rewşa Kobaniyê û xasma jî li ser rewşa zarokan li wî bajarî belav kir û tê de amaje da ku, pênc zar li wî bajarî ji ber sermayê mirine.
Peyama Heyva Sor a Kurd:
Ji ber dorpêça li ser Kobanê, heta niha pênc zarok (di nav wan de zarokên şîrmij hene) jiyana xwe ji dest dane. Ev yek ji ber daketina dijwar a germahiyê, nebûna sotemeniya germkirinê û kêmbûna pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn pêk hatiye.
Berdewamiya dorpêçê rîskeke mezin û rasterast li ser jiyana zarok, nexweş û kal û pîran çê dike.
Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku tavilê destwerdanê bikin ji bo şikandina dorpêçê û dabînkirina sotemenî û kelupelên hawarçûnê, berî ku em canên din winda bikin.
Em teqez dikin ku xebatkar, tîmên me yên hawarçûnê û barhilgirên alîkariyê di amadebaşiya herî bilind de ne ku tavilê tevbigerin û piştgiriya bijîşkî û mirovî bigihînin gelê me yê li Kobanê, her ku rê were ewlekirin.
Her wiha em bang li hemû hêz û aliyên navneteweyî dikin ku zextê bikin ji bo vekirina korîdoreke mirovî ya ewle bêyî ti derengmayînê.
Ev jî di demekê de ye ku, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq nîgeraniya xwe li ser rewşa mirovî ya bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand û got: Em nîgeran in ku hemî rêyên ber bi Kobaniyê ve hatine girtin û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.
Ferhan Heq herwesa amaje jî da: Elektrîk tune ye, av xirab e û xelk nikare xizmetên bingehîn bi dest bixe. Navendên tenduristiyê berdewam in, lê derman û pêdivîtiyên bijîşkî gelek kêm bûne.
Neteweyên Yekgirtî bi rayedarên Helebê re di danûstandinan de ne da ku rêyekê bibînin ku alîkariyan bi lez bigihînin Kobaniyê. Ferhan Heq herwesa got: Me alîkarî gihandiye Heseke, Reqa û Dêrazorê û me daxwaza hêsankariyan ji bo gihandina alîkariyan kiriye.
Herwesa Tîma Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobaniyê jî haydarî li ser rûdana karesateka mirovî ya mezin li wî bajarî da. Herwesa di peyameka lezgîn de jî ji bo rêxistinên navneteweyî û Komîsyona Bilind a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî, wê daxwaza alîkariyên bilez ên mirovî ji bo rewşa mirovî ya wî bajarî jî kir.
Gelek ji awareyan ji ber sermayê neçar in ku li derve an jî di nav timbêlên xwe de bimînin. Heyva Sor a Kurd ragihandiye ku, hejmareka zarokan ji ber sermayê miriye.