Hevserokeka PYDê bo K24ê: Em bizavê dikin bi Şamê re danûstandinan bidin destpêkirina
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragihand ku, li Kobaniyê xetera karesateka mirovî heye. Herwesa got: Divê mafên me di destûra Sûriyeyê de bên çespandin
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Perwîn Yûsif îro (Şemî, 24.01.2026) tevlî geşta nûçeyan a saet 11:00 a Kurdistan24ê bû, ku ji hêla Ebas Zêbarî ve hat pêşkêşkirin, û tê de behsa rewşa leşkerî û mirovî ya Rojavayê Kurdistanê kir.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ragihand: Rojavayê Kurdistanê di qonaxeka hestyar re derbaz dibe; dorpêça li ser bajarê Kobaniyê ev 10 roj in ku berdewam e û xeteriya karesateka mirovî heye.
Perwîn Yûsif di derheqa agirbesta çar rojî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de, ku îşev saet 08:00 bi dema navxweyî dê bidawî bibe, got: Bizav ji bo dirêjkirina agirbestê û destpêkirina diyalogê berdewam in.
Hevseroka navbirî tekez jî kir ku, ew wekî parek ji Sûriyeyê pergaleka demokratîk û nenavendî dixwazin ku tê de mafên hemî gelan, bi taybetî jî yên Kurdan, parastî bin.
Hevseroka PYDê herwesa got: Em amade ne ku bibin parek ji Hikûmeta Sûriyeyê, lê divê mafên me di destûrê de bên çespandin."
Perwîn Yûsif rola Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî bizavên Serok Barzanî ji bo navbeynkariyê û parastina aştiyê li deverê bilind nirxand. Herwesa bang li partiyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê kir ku hevgirtî bin û têkiliyên xwe yên navneteweyî ji bo xizmeta doza Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi kar bînin.
Bajarê Kobaniyê j isê aliyan ve hatiye dorpêçkirin û ji aliyê din ve jî Tirkiyeyê sînorê xwe daxistiye. Ji ber vê dorpêçê, elektrîk û av ji 15ê vê mehê ve li ser wê hatine birîn û kêmiya sotemnî, derman û pêdivîtiyên sereke yên jiyanê bûne sedema mirina pênc zarokkan ji ber sermayê.
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê berdewam bizavê dike ku alîkariyên mirovî bigihîne Kobaniyê û di wî warî bi aliyên têkildar re di danûstandinan de ye. Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê Mûsa Ehmed ragihand ku, gelek nemaye bizavên wan bi ser bikevin û ew ji bo gihandina alîkariyan li benda wergirtina destûrê ne.