Hikûmeta Sûriyeyê 126 endamên DAIŞ’ê ji girtîgeha Eqtanê berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya navxweyî ya Sûriyeyê ragihand, hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê, 126 girtiyên DAIŞ’ê yên li girtîgeha Eqtan a Reqayê bûn, bi hinceta ku temenê wan bin 18 saliyê ye, berdan.

Çavkaniyên medyayê yên Sûriyeyê îro 24ê Çileyê aşkere kirin, 126 girtiyên rêxistina DAIŞ’ê ji girtîgeha Eqtan a li parêzgeha Reqqayê hatine berdan. Li gorî agahiyan, ev biryar piştî piştrastkirina temenê girtiyan hatiye girtin ku hemû di bin 18 saliyê de ne.

Girtîgeha Eqtan a li Reqayê, berê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû. Lê belê piştî operasyonên artêşa Sûriyeyê yên li ser parêzgehên Heleb, Reqa û Dêrezorê, kontrola girtîgehê ketibû destê hikûmeta navendî ya Sûriyeyê.

Hatiye ragihandin, ev proseya berdanê bi alîkariya teknolojiyeke nû ya Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê hatiye meşandin. Wezaretê di 21’ê Çileya 2025’an de sepaneke (app) bi navê "Dengê Te Hat Bihîstin" dabû destpêkirin, da ku welatî bi hêsanî bigihîjin xizmetguzariyên fermî.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê diyar kir, piştî lêkolînkirina agahiyên nasnameyê yên girtiyan, bi rêya vê sepana elektronîk, derketiye holê ku temenê 126 girtiyan di bin 18 saliyê de ye. Li ser vê bingehê, biryara berdana wan hat dayîn.