Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê alozî û operasyonên li Rojhilata Navîn de ragihand, hêzên wan derbeyên kujer li artêşa Îranê xistine û rê li ber şerekî atomî yê cîhanî girtine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 17ê Adarê li Koşka Spî bi rojnamevanan re axivî û bal kişand ser hêza leşkerî ya welatê xwe û diyar kir ku siyaseta wî ya niha rê li ber wêraniyeke mezin girtiye.
Trump destnîşan kir ku Amerîkayê kariye di demeke kurt de tevahiya hêza deryayî û dronên Îranê li Tengava Hurmizê têk bibe. Trump got: "Ger me ev gav neavêtana, niha we dê şerekî atomî bibîna ku dibû sedema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Ger Îran çekên atomî bi dest bixe, dê di nava saetekê de bi kar bîne û tevahiya herêmê wêran bike."
Li ser pirsa "Gelo şer dê vê hefteyê bidawî bibe?", Trump weha bersiv da: "Ez bawer nakim vê hefteyê bi dawî bibe, lê belê kêm maye. Prose dê pir dirêj neke. Dema ev şer bi dawî bibe, dê cîhan bibe cihekî pir aramtir."
Trump di axaftina xwe de careke din welatên endamên NATOyê rexne kirin û got: "Em trîlyon dolaran ji bo parastina welatên din xerc dikin, lê dema dor tê ser parastina me, ew li wir nîn in."
Herwiha got, divê welatên mîna Çîn û Japonyayê spasiya Amerîkayê bikin, ji ber ku Amerîka ewlehiya rêyên deryayî diparêze ku %90ê pêdiviyên van welatan di wir re derbas dibin. Trump rexne li hevpeymanên xwe yên li Japon, Koreya Başûr û Almanyayê jî girt ku di karên wekî paqijkirina mînan de wekî pêwîst beşdar nabin.
Trump di dema daxuyaniyê de modela firokeya şer a (B-2 Stealth Bomber) nîşan da û ew wekî "tekane firoke" binav kir ku dikare 200 hezar paund bombeyan hilgire.
Serokê Amerîkayê rewşa niha ya cîhanê wekî "lîstikeke mezin a şetrencê" pênase kir û got ku ew bi kesên pir jîr re di nava peywendiyê de ye. Trump herwiha diyar kir, ji ber rewşa şer û pêwîstiya hebûna wî li Washingtonê, seredana xwe ya bo Çînê bi qasî mehekê paş xistiye, lê peywendiyên wî bi Çînê re baş in.
Di dawiyê de, Trump tekez kir ku tişta wan kiriye "karekî mezin" e ji bo rêgirtina li şerên olî û karesatên mirovî yên mezin.