Li parêzgeha Dihokê dronek hat şikandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê, dronek li sînorê qezaya Bardereşê hat xistin û di encama de ti zirareke canî yan madî çênebûye.
Jêderekî ji Rêveberiya Asayîşa Bardereşê ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, îro 17ê Adarê, saet 12:40ê nîvro, dronek li asmanê qezaya Bardereşê hat xistin.
Li gorî agahiyan, perçeyên drona hatiye xistin li nêzîkî gundê "Berdesor" ketine nav zeviyeke genim, di vê bûyerê de ti ziyanên canî û madî çênebûne û hêzên ewlehiyê ji bo aşkerekirina hûrgiliyan dest bi lêkolînê kirine.
Ev bûyer di demekê de ye ku piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê (28ê Sibatê), artêşa Îranê û Supaya Pasdaran rojane bi mûşek û dronan êrişî deverên cuda yên Herêma Kurdistanê dikin. Tehran van êrişan bi hinceta "armancgirtina baregehên Amerîkayê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê" pêk tîne.