Partiyên Kurdî: Kobanê heft roj in ji cîhanê hatiye birîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja heftemîn a dorpêça giran de, partî û rêxistinên Kurdî yên li Kobanê bangeke lezgîn a mirovî danîn û hişyarî dan ku bajar rûbirûyî "mirineke hêdî" bûye.
11 Partî û rêxistinên Kurdî li bajarê Kobanê îro 24ê Çileyê bi daxuyaniyeke hevbeş "Banga Mirovî ya Lezgîn" gihandin raya giştî ya cîhanê. Ev bang piştî wê yekê tê ku ev heft roj in bajar û gundewarên Kobanê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin.
Li gorî daxuyaniyê, ev hefteyek e ku av, elektrîk û înternet bi temamî li ser bajêr hatine birîn û Kobanê bi zora çekan ji cîhanê hatiye qutkirin. Partiyên Kurdî destnîşan kirin ku ev kiryar "binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û qanûnên navdewletî ne."
'Zarok bê şîr, nexweşxane bê sotemenî ne'
Di daxuyaniyê de wêneyekî trajîk ê rewşa hundirê bajêr hat kişandin û hat gotin: "Kobanê îro di nav pencên mirinê de ye. Zarok bê şîr mane, derman li cem nexweşan nîn e, nan û xurek di malan de kêm bûye. Ji ber nîna sotemeniyê, nexweşxane û saziyên xizmetguzariyê ji kar ketine."
Partiyên Kurdî diyar kirin ku dema cîhan bi bêdengî temaşe dike, bi hezaran sivîl li Kobanê rûbirûyî "mirineke hêdî" dibin. Her wiha ev dorpêç wekî "cezayê bi kom" hat pênasekirin ku li gorî Peymanên Cenevreyê wekî "sûcê li dijî mirovahiyê" tê dîtin.
Banga ji bo Herêma Kurdistanê û saziyên navdewletî
Partî û rêxistinên Kobanê daxwazên xwe yên lezgîn ji bo Neteweyên Yekgirtî (NY), Komkara Ereban, Herêma Kurdistanê, Hevpeymaniya Navdewlertî û saziyên mirovî wiha rêz kirin:
- Ji bo rakirina dorpêçê bi lez destwerdan were kirin.
- Ji bo gihandina alîkariyan, korîdorên mirovî yên ewle werin vekirin.
- Ji bo rizgarkirina jiyana welatiyan, pêdiviyên sereke werin dabînkirin.
Daxuyanî bi vê peyama tund bi dawî bû: "Bêdengiya navdewletî tê wateya hevkarîkirina di vê sûcê de. Kobanê herêmeke lîqewmiye û rizgarkirina wê erkeke exlaqî û yasayê ye, ne tenê mijareke siyasî ye."