Pêleka mezin a awarebûnê Rojavayê Kurdistanê vegirtiye

Ekrem Salih
Ekrem Salih

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê ji ber pêleka nû ya awarebûnê aloztir dibe û hejmareka mezin ji welatiyan mal û halên xwe terikandine.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişlo Ekrem Salih got: Di çend rojên borî de ji ber têkçûna rewşê, hejmareka mezin a welatiyan ji gundên derdorê aware bûne û berê xwe daye navenda bajarê Qamişloyê, niha ew li nav mizgeft û dibistanan hatine binecihkirin û di şert û mercên dijwar de dijîn.

Li gorî amarên fermî, heta niha zêdetir ji 130 hezar awareyan ji deverên Şêx Meqsûd, Eşrefiye, Reqa û Tebqayê gihîştine deverên cuda cuda û di çend rojên borî de jî hejmareka din a mezin ji awareyan berê xwe daye bajarê Hesekeyê.

Pêşbînî amajeyê didin wê yekê ku, xuya ye ku hejmara awareyan ji ber berdewamiya aloziyan di rojên bê de dê bigihîje 150 hezar kesan. Ev jî di demekê de ye ku, dever ji ber kêmiya alîkariyên mirovî dinale.

Her çend gelek rêxistinên navneteweyî û ajansên girêdayî Neteweyên Yekgirtî di demên borî de çalak bûn jî, lê niha tu yek ji wan rêxistinan zêde alîkariyê nade awareyên nû.

Di nav vê krîzê de, tenê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê wekî aliyê rizgarkirinê li wê meydanê maye û li ser gihandina alîkarî û pêdivîtiyên bingehîn ji bo wan malbatên ji ber rewşê derbider bûne berdewam e.