Mucteba Xamineyî peyamek arasteyî kujerên Larîcanî kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê di peyameke fermî de kuştina Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, kurê wî û hejmareke hevkarên wî wekî nîşana "kerb û kîna dijminên Îslamê" wesf kir. Tekez jî kir ku, ev tawan bê bersiv namîne.
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî îro (Çarşem, 18ê Adara 2026ê) peyameke sersaxiyê ji bo kuştina Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, kurê wî û hejmareke hevkarên wî weşand û tê de Larîcanî wekî kesatiyekî "zana, dûrbîn, jîr û xwedî ezmûn" di warên siyasî, leşkerî û ewlehiyê de binav kir.
Rêberê Îranê herwesa got: Xizmeta nêzîkî pênc dehsalan a Larîcanî ew kiriye kesatiyekî berçav û bibandor, û kuştina wî jî girîngiya pêgeha wî ji hêla dijberên welatê wî ve îspat kir.
Mucteba Xamineyî di pareke din a peyama xwe de ragihand: Divê dijminên Îslamê bizanin ku rijandina vê xwînê tenê dê bibe sedema xurtbûna Komara Îslamî. Her xwînekê jî bedela xwe heye û divê kujerên tawanbar di demeke nêzîk de bedela vê tawanê bidin.
Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê duhî (Sêşem, 17ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de got ku, Elî Larîcanî di êrîşeke hevpar a Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.