SOMO: Meha borî nêzîkî 6 milyon bermîlên petrola Kurdistanê hatine hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şîrketa Berbazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) îro (Yekşem, 25.01.2026) amara fermî ya hinadekirin û dahatên petrolê yên meha Berçileyê ya sala 2025ê belav kir, ku tê de eşkere bûye ku tevahiya hinardekirina petrolê di wê mehê de zêdetir ji 107 milyon bermîlan bûye.

Şîrketa SOMOyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, di meha Berçileyê ya sala 2025ê de, tevahiya petrola xav a hinardekirî gihîştiye 107.651.061 bermîlan, ku dahata wê jî 6 milyar û 388 milyon û 429 hezar û 610 dolar bûye.

Li gorî wê daxuyaniyê, ji wê petrola ku hatiye hinardekirin, 100 milyon û 450 hezar û 48 bermîlên petrol ên zeviyên Besrayê bûne, herwesa 5 milyon û 997 hezar û 527 bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatine hinardekirin.

SOMOyê di derheqa petrola bakur û hinardekirina derveyî de jî ron kir ku, 923 hezar û 774 bermîlên petrolê ji zeviya Geyareyê hatine hinardekirin, herwesa 309 hezar û 712 bermîlên petrolê jî ji Kerkûkê bo welatê Urdinê hatine hinardekirin.