Şaxewan Ebdullah: Heta niha PDK û YNK’ê li ser posta Serokkomariyê lihev nekirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, ew nûçe red kirin ku dibêjin PDK’ê daxwaza paşxistina rûniştina îro ya parlamentoyê kiriye. Wî eşkere kir ku ew daxwaz ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hatiye pêşkêşkirin.

Şaxewan Ebdullah, îro Sêşemê 27’ê Çileyê ji Kurdistan24ê re ragihand, Serokê Parlamentoya Iraqê bi wan re peywendî kiriye û diyar kiriye ku daxwazeke fermî ji aliyê YNK’ê ve gihîştiye wan, da ku civîn were paşxistin.

Ebdullah destnîşan kir, PDK her tim alîgirê encamdana rûniştinan di dema wan a destûrî de ye û wiha got: "Nûçeyên ku dibêjin PDK’ê daxwaza paşxistinê kiriye ne rast in. Piştî ku YNK’ê ev daxwaz kir, me wek PDK nameyek nivîsand. Eger armanc gihîştina rêkeftinekê be da ku Kurd bi yek helwestê bin, em amade ne civîn 5 an 10 rojan were paşxistin, lê divê demên destûrî neyên binpêkirin."

Derbarê rêkeftina PDK û YNK’ê ya li ser posta Serokkomar û Wezareta Navxwe ya Herêmê de, Şaxewan Ebdullah diyar kir, heta niha ti lihevkirineke dawî nîne. Herwiha tekez kir, her du partî hîn jî xwedî berbijarên xwe yên taybet in, lê her rêkeftinek ku pêk were dê bandoreke rasterast li ser pêvajoya hilbijartina Serokkomar bike.

Serokê Fraksiyona PDK’ê helwesta fermî ya partiya xwe derbarê posta Serokwezîrtiya Iraqê de jî aşkere kir. Ebdullah got: "Nûrî Malikî berbijarê piraniya aliyên Şîe ye. Em wek PDK rêzê li biryara Şîeyan digirin. Piştî ku pêvajoya hilbijartina Serokkomar bi dawî bibe, em wek PDKê amade ne dengê xwe bidin Nûrî Malikî ji bo posta Serokwezîrtiyê."

Ev daxuyaniya PDK’ê di demekê de ye ku rûniştina Parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina Serokkomarê nû, ji ber temamnebûna rêjeya yasayî hatibû paşxistin.