Bi heft dronan êrîşî ser gundên Çil Axayê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Parastina Gel (HPG) amaje da: Ji aliyê çekdarên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve êrîşî ser gundên Çil Axayê hatiye kirin, lê em dê bi hemî hêza xwe berevaniyê jê bikin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) îro (Sêşem, 27.01.2026) belav kir ku, çekdarên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi heft dronan êrîşî ser gundên Baqile û Sefayê li Çil Axayê kir.

HPGê herwesa behsa wê yekê jî kir ku, ev êrîş wekî binpêkirineka nû û eşkere ya agirbestê û peymanan tê hejmartin. Tekez jî kir: Hêzên me dê bi hemî şiyanên xwe berevaniyê bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê jî ji aliyê xwe ve ragihand: Şerê di navbera HPG û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de li gundên Çil Axayê ji bo demeka dirêj berdewam bû û di encamê de, 40 çekdarên Şamê hatin kuştin û 15 sivîl jî birîndar bûn.

Li gundên Çil Axayê, HPGê êrîşeka çekdarên girêdayî Artêşa Erebî ya Sûriyeyê şkand. Peyamnêrê Kurdistan24ê li Çil Axayê, bi taybetî jî li gundê Baqileyê, got ku li gundê Baqileyê, ku yek kîlometreyê dûrî gundê Sefayê ye, di navbera HPG û komên çekdar ên girêdayî Şamê de şer çê bû.