Komên çekdar ên Sûriyeyê bizavê dikin Hesekeyê dorpêç bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komên çekdar ên Sûriyeyê bizavê dikin ku, rêya gihandina alîkariyên Herêma Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê qut bikin û dixwazin bigihîjin Hesekeyê û zindana Senaeyê bişkînin.

Şandiyê Kurdistan24ê ji bo Rojavayê Kurdistanê Dîlan Barzan îro (Sêşem, 27.01.2026) li nêzîkî zindana Senaeyê got ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemî derdora bajarê Hesekeyê belav bûne û rêyên wê yên sereke kontrol kirine, xasma jî derdora zindana Senaeyê bi hêzeke baş a şervanan diparêzin û rêkarên ewlehiyê yên tund bi cih tînin, da ku li hember her êrîşeka Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî Şamê bisekinin.

Li gorî zanyarên şandiyê Kurdistan24ê, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê, tevî agirbestê jî, ev du roj in ku ew çekdar li aliyê gundên Sefa û Çil Axayê bizavê dikin ku derbaz bibin û xwe bigihînin zindana Senaeyê, ku bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de girtî ne.

Dîlan Barzanî amaje jî da ku, çekdar dixwazin her du rêyên sereke yên Hesekeyê kontrol bikin da ku rêyê li gihandina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê bigirin.

Şervanekî ji Kurdistan24ê re behsa morala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û got: Morala me hezar e û ewlehiya zindana Senaeyê di destê hêzên HSDê de ye û tu xeterek tune.

Wî şervanî herwesa got: Heta ku em sax bin, em dê nehêlin ku tu çekdar nêzîkî vê girtîgehê bibin. Li asman jî balafira Hevpeymaniya Navneteweyî 24 saetan li hindav wê zindanê dizivire.

Şervanê navbirî amaje jî da ku, nêzîkî 11 hezar endamên DAIŞê li zindana Senaeyê hene.