Lindsey Graham: Kurd li Sûriyeyê rûbirûyî gefeka xeter dibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Senatorê Amerîkayî yê navdar Lindsey Graham nîgeraniya xwe li ser rewşa Sûriyeyê diyar kir û ragihand ku, ew dê ji bo rêgirtina li her êrîşeka li ser Kurdan projeqanûnekê bi navê Qanûna Parastina Kurdan pêşkêşî Kongirêsê bike.
Armanca vê pêngavê sepandina cezayên aborî yên giran û wêranker e, li ser her hikûmet an komeka ku destdirêjiyê bike ser Kurdên Sûriyeyê, ji ber ku bi bawera Graham, paşguhkirina Kurdan dê ji bo navûdeng û berjewendiyên ewlehiya neteweyî yên Amerîkayê karesateka mezin be.
Lindsey Graham amaje jî da ku, Kurd niha ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve rûbirûyî gefeka xeter dibin.
Navbirî tekez jî kir ku, Kurd di pêvajoya şkandina xîlafeta DAIŞê de hevalbendên sereke û yekê yên welatê wî bûn, ji ber vê yekê jî rêdana bi şkandina wan ji hêla hêzên din ve dê zirarên qerebûnekirî bigihîne pêgeha Amerîkayê li cîhanê.
Wî senatorê Amerîkayî eşkere jî kir ku, Qanûna Parastina Kurdan dê di vê hefteyê de ji Kongirêsê re bê şandin, û pêşbînî dike ku piştgiriyeka berfireh ji her du partiyên Komarî û Demokratî bi dest bixe.
Graham tekez jî kir ku, divê ew qanûn pir bihêz û bibandor be da ku bikare bi rengekê kiryarkî rêyê li her dijminatiyeka li dijî Kurdan bigire û cezayê li ser her aliyekê ku bizavê bike tenahiya deverên Kurdan têk bide bisepîne.
Ev daxuyaniya Lindsey Graham di demekê de ye ku, deverên Kurdan ên bakur-rojhilatê Sûriyeyê di bin dorpêç û êrîşa berdewam a komên çekdar de ne. Graham wekî yek ji parêzvanên herî bihêz ên Kurdan li navendên biryardanê yên Waşingtonê tê nasîn û gelek caran rê li ber paşguhkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk girtiye.
Ev tevgera qanûnî ya nû ya sala 2026ê wekî zexteka tund a Amerîkayê li ser hikûmeta nû ya Şamê û hevalbendên wê tê dîtin, da ku hevsengiya hêzê li deverê têk nedin û rêzê li wê hevpariyê bigirin a ku di şerê li dijî terorê de çê bûye.